Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel roja Înê di hevpeyvînekê de ligel tîma redaksiyona Almanî (RND) li ser nêzîkbûneke muhtemel di navbera Ewropa, Rûsya û Çînê de li hember Amerîka ji ber helwesta Washingtonê li ser pirsa Îranê axivî.
Gabriel destnîşan kir ku derketina muhtemel a Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî ya digel Îranê dê bandoreke xirab li rewşa Rojhilata Navîn bike. Wî her wiha pêşbînî kir ku rêkeftina Îranê bibe lîstika siyaseta navxweyî ya Amerîkayê.
"Ji ber vê yekê ew qas girîng e ku Ewropî bi hev re bimînin. Lê divê em ji Amerîkayê re jî bibêjin ku reftarên wan me Ewropiyan di pirsa Îranê de bi Rûsya û Çînê re li hember Amerîkayê dixe nav helwesteke hevpar."
Li gorî Plana Berfireh a Çalakiya Hevbeş a sala 2015'an, ku ji aliyê Brîtanya, Fransa, Elmanya, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê ve jî hatiye îmzekirin, hikûmeta Îranê qebûl kir ku bernameya xwe ya nukleerî li berdêla rakirina cezayên navneteweyî sînordar bike.
Lê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, dijberên peymanê qanûnek derxistin ku ji serokkomarê welat tê xwestin ku her 90 rojan carekê tesdîq bike ku Îran beşa xwe ya peymanê diparêze.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Trump beriya niha du caran peyman piştrast kiribû. Lê tevgera wî ya vê dawiyê tê vê wateyê ku Kongres naha dikare toleyên ku di bin peymana 2015-an de hatine vekişandin vegerîne, an jî yên nû di nav 60 rojan de piştî bidawîbûna pejirandina heyî vegerîne.